Dibistana pîşeyî
0,5 - 2 sal
Ew xwendinên ku rû li kar in û beşên pêragihîştin, lênêrîn û tenduristiya derûnî digrin hundirî xwe. Ew li ser bingeha şihadeya têkildar an ezmûn destpê dike. Pir caran weke xwendinên pardemî tê pêşkêş kirin û divê tevî kar jî were xwendin.
Li ser xwendina pîşeyî pitir bixwîne
Li ser xwendina pîşeyî pitir bixwîne
Xwendinên rû li kar di çarçoveya xwendina teknîkî de. Li ser bingeha şihadeya têkildar an ezmûnê tê destpê kirin. Pir caran ji bo ku bibî birêveberek navînî pisporiyê dide. Hin xwendinên kûr bingehê ji bo berdewam kirina xwendinê li asta zanîngeh û xwendingehên bilind de amade dikin.
Xwendinên pîşeyî ji bo deryavanan. Li ser bingeha şihadeya têkildar an ezmûnê tê destpê kirin. Tu dikarî yek ji mijarên efserê ser gemiyê an efserê maşînîst hilbijêrî.
Xwendina pîşeyî di warên babetên afrêner de ku mirov perwerdedikin ku bibin pîşevan di warên rêklam û mêdya, babetên hunerî û kerta modê de, di nav de dîzayna grafîkî, anîmasyon û wênekêşî.
Xwendina pîşeyî di warên aborî û birêvebirinê de. Ev xwendin mirovan perwerdedikin ku bibin pîşevan di warên birêvebirina kompanyayan, muhasebe, aborî û serokayetiyê de.
Xwendinên rû li kar li xwendingehên pîşeyî ku teknolojiya neftê, pîşeyên xulqêner, huner, pîşeyên bazirganiyê, xizmetguzarî, media û multimedia - pîşeya ICT.
Li ser xwendina hostatiyê pitir bixwîne
Li ser xwendina hostatiyê pitir bixwîne