Xwendingeha bilind a gelerî
1 sal
Pir kes wê hindê hildibijêre ku piştî xwendina lîse an dwanavendî salekê li xwendingeha bilinde gelerî bixwîne. Em di navbera xwendingehên bilind yên geleriye kirstiyan û yên azad de cudahiyê datînin. Hemû ew xwendingeh yên şevûrojî ne ku li wir xwendekar ezmûnê nadin. Xwndingehên gelerî mijarên weke mûzîk, drama, huner, mediya, seyran û jiyana azade li xwezayê pêşkêş dikin.
Piraniya xwendingehên bilinde gelerî ji bo kesên serweyî 18 sal in. Hinek ji wan, her çawan be kesên jêr 18 salî jî werdigrin.