Xwendinên din
Xwendina li Parastinê
Tu dikarî bi xwe hilbijêrî ka tu yê hemû an beşek ji xwendinê di Parastinê de hilbigrî. Li vir hem xwendina medenî û hem ya leşkerî li pir astan, ji şihadeya pîşeyî heya xwendina masterê tê pêşkêş kirin.
Tu dikarî weke mînak endazyariyê, ya leşkerî, birêveberî, melevanê kûrahiya avê an jî nêçîrvaniya lêvarê bixwînî.
Parastinê her sal pitir ji 500 şagirtan perwerde dike.
Paş- û berdewamiya xwendinê
Paş- û berdewamiya xwendinê pir caran vekişok û nerm e, û bi hêsanî li kêleka karkirinê dikare bê encam dan. Ji bo wan xwendinan bi awayê asayî li ser bingeha xwendinên pêşîn an pisporiya rastîn û ezmûna kar wergirtin çê dibe. Xwendin piranî ji xwendina beşbeş, xwendina înternetî an jî li ser bingeha kombûnan pêk tê.
Pitir li ser paş- û berdewamiya xwendinê bixwînexwendin di fîrmayekê de
Gelek fîrma xwendin û perwerde ya ku te ji bo pîşeyek taybet amade bike pêşkêş dikin. Hin ji xwendinan bi mûçe ne, anî di dema xwendinê de tu pere distînî li berdêla ku dema xwendina te tewaw bû tu ji bo fîrmayê kar bikî.
Les mer:
Tollvesenet, Avinor, Jernbaneverket, Flytoget og Kriminalomsorgen