Amadekariya xwendinê
Vg1 (Dwanawendî an lîse 1)
Pênc mijarên xwendinê yên amadekariya xwendina bilind hene: Mijara werzişê, Huner, design an dariştin û mîmarî, Mediya û têkilî, mûzîk, dans û drama û kûrbûna taybet li ser xwendina bilind.
Vg2
Piştî Vg1 tu wê programa xwendinê ya ku te bi xwe hilbijartî berdewam bikî. Du dikarî li nava mijarên xwendinê yên cuda hilbijêrî.
Vg3
Piştî Vg2 tu programa xwendinê ya ku te bi xwe hilbijartiye berdewam dikî. Tu dikarî li nava programên xwendinê yên cuda hilbijêrî. Dema te Vg3 bi serketin bi dawî kir, te pisporiya ji bo xwendina bilind bi dest xistiye.