Zaniyariyên zêdetir
Zanyariyên zêdetirBaxçeyê zarokanXwendina bingehînRett til opplæringErka perwerdeyêPerwerdeya taybet di xwendingeha bingehîn dePerwerdeya dwanawendîFêrbûna ziman ya bi awayê taybet li perwerdeya lîse an dwanawendiyêPisporiya giştî ya xwendinêPisporiya karPisporiya bingehînXwendina bilind
Zanyariyên zêdetir
Baxçeyê zarokan
Zarokên ku li kampên wergirtina penaxazan dijîn heya dema ku mafê rûniştinê negirtine û komonekê ji bo jiyana dayîm ew wernegirtibin, mafê zagonî yê çûyîna baxçeyê zarokan nîne. Lê, dîsan jî zarokên ku mafê zagonî yê çûna baxçê zarokan nebin dikarin herin baxçeyê zarokan. Di demk wisan de mafê wan û yê zarokên din yên ku diçin baxçê zarokan weke hev e.
Xwendina bingehîn
Xwendingeha bingehîn bi ser du astan de hatiye parve kirin:
• Asta zarokan ku ji pol a 1.-7. pêk tê.
• Asta nawendî ku ji polên 8.-10. pêk tê
Dema ku xwendekar dûrî ciyê xwendingehê bijî, an kêmasiya şiyanê an derbxwarî be, mafê wî an wê heye ku ji bo xwendingehê bi bê pere bi maşînê bê anîn û birin. Di dema dibistana zarokan de poenên xwendinê nadin wan. Ji bo cara yekê poenên xwendinê ji xwendingeha nawendî re destpê dike, ev jî ji bo alîkariya fêrkirin û weke bingehek ji bo wergirtin ji bo xwendingeha dwanawendî an lîse. Dema xwendekar bû 15 salî, ew bi xwe berdewamiya perwedeyê hildibijêre.
Mafê perwerdeyê
Zarok mafê perwerde û xwendina bingehîn heye dema ku ew bikaribe biselimîne ku ji sê mehan pitir wê li Norwêç bijî, her wisan di demekê de jî ku ew li benda bersiva îzna jiyan a li Norwêç dimîne. Ne xem e ka rûniştina zarok li Norwêç bi awayê yasayî an legal e an jî na.
Xwendekarên xwediyê zimanê kêmîneyan xwediyê mafê wek hev li gel xwendekarên din in. Mafê wan yê xwendina bê pere, perwerdeya li gor şiyana wan, perwerdeya taybet û di dema pêwîst de jî anîn û birin a bi bê pere ji bo dibistanê, û mafê ku herin xwendingeha herî nêzîk heye
Kesên li serweyî 16 sal ku mafê wan yê berdewam kirina xwednina dwanawendî nîne, weke quralek giştî mafê hindê hene ku dema pêwîst be xwendina bingehîn ya li gor şiyana xwe ji bo mezinan berdewam bikin û bighînin encamê. Divê mafê wan yê jiyanê li Norwêç hebe .
Ew çend wê yekê jî digre dema ku ew li benda bersiva daxwaza rûniştina li Norwêç in, heya dibin 18 sal û îmkan heye ku ew ji sê mehan pitir li Norwêç bijîn. Dema xort di nava sala xwendinê de bibe 18 salî, mafê wî an wê heye ku xwendina xwe ya wê salê bi dawî bike. Yên ku daxwaza mafê rûniştina wan tê red kirin, maf hene ku xwendina bingehîn berdewam bikin heya dema ku daxwaza wan ya dawî bi yekcarî tê red kirin.
Kesên serveyî 16 sal mafê şêvirmendiyê hene ji bo ku pêwîstiya xwe bo perwerdeyê zelal bikin. Komon a ku ew kes lê dijî erkdar e ku pisporiya kes ya rastî hilsengîne û mafê wî an wê ya perwerdeyê bide zelal kirin.
Rett til opplæring
Barnet har rett til grunnskoleopplæring når det er sannsyndivg at han eller hun skal oppholde seg i Norge lenger enn tre måneder, også mens hun eller han venter på svar på søknad om oppholdstillatelse. Det har ingen betydning om oppholdet i Norge er lovdivg eller ikke.
Minoritetsspråkdivge elever har de samme rettighetene som andre elever i grunnskolen. De har rett på gratis opplæring, tilpasset opplæring, spesialundervisning og transport til skolen ved behov, og rett til å gå på nærskolen.
Personer over 16 år som ikke har rett til videregående opplæring, har som hovedregel rett til tilpasset grunnskoleopplæring for voksne hvis de trenger det. De må også ha lovdivg opphold i Norge.
Dette gjelder også mens de venter på å få avgjort søknaden om oppholdstillatelse, inntil 18 år og det er sannsyndivg at de skal være i Norge i mer enn tre måneder. Hvis ungdommen fyller 18 år i løpet av et skoleår, har han eller hun rett til å fullføre skoleåret de har begynt på. De som får avslag på søknaden om oppholdstillatelse, har rett til grunnskoleopplæring fram til dato for endedivg vedtak.
Personer over 16 år kan også ha rett til rådgivning for å få kartlagt behovet for opplæring. Kommunen personen bor i har ansvar for å vurdere realkompetansen og følge opp retten til opplæring.
Erka perwerdeyê
Perwerdeya taybet di xwendingeha bingehîn de
Dema komon biryarê li ser hindê dide ka xwendekar mafê perwerdeya taybet ya norwêçî heye, ev biryarek takane ye. Ew tê wê wateyê ku komonek biryar dide ka xwendekar çi erk û mafek heye. Xwendekar an sergêr dikarin tane an şikayetê li biryarê bikin û taneya xwe bişînin parêzgar.
Perwerdeya dwanawendî
Daxwazker divê mafê jiyan li Norwêç hebe ji bo ku lîse an xwendina dwanawendî bidomîne. Ciwanên ku bi awayê yasayî li Norwêç dimînin lê li benda bersiva mafê rûniştinê ne, tenê dikarin heya dibin 18 sal bixwînin, ew jî di demekê de ku îhtimal hebe ji sê mehan pitir li Norwêç bimînin. Eger ciwan di sala xwendinê de bibe 18 sal maf heye xwendina ku destpê kirî berdewam bike heya bi dawî tîne. Ji bo wan kesên ku bersiva na ji bo serlêdana xwe ya manê digrin, mafê berdewam kirina xwendinê heya wê demê dewam dike dema ku bersiva dawiyê ya na ji bo serlêdana xwe girtin.
Xwendina lîse an dwanawendî li ser bingeha xwendina bingehîn a deh sale berdewam dibe, û pisporiya bingehîn ji bo berdewamiya xwendin li xwendingehên bilind dide, an pisporiya kar dide an jî pisporiya bingehîn. Pisporiya bingehîn pisporiya di astek nizim de ye li gor pisporiya tewaw ya kar an xwendinê. Dema xwendiekar 15 sal tije kir, ew bi xwe berdewamiya xwendinê hildibijêre.
Xwendina dwanawendî bê pere ye. Xwendekar emraz û alawên xwendinê yên pêwîst bê pere ji xwediyê xwendingehê digre, lê tê payîn ku jê bê xwestin bi xwe alawên din yên pêwîst bo xwendinê bistîne. Ew yek ji bo fêrkaran jî derbas dibe, her wisan ji bo berendamên pratîk û fêrkariyê. Eger bê û xwendekar li dûrî xwendingehê bijî, an kêmasiyek laş hebe an derb xweribe, mafê xwendekar heye ku bê pere ji bo xwendingehê bê anîn û birin.
Fêrbûna ziman ya bi awayê taybet li perwerdeya lîse an dwanawendiyê
Dema parêzgeh mafê xwendekaran ji bo perwerdeya taybet hildisengîne, ew yek biryarek takane ye. Ew tê wateya hindê ku komon biryar dide ka maf û erkê xwendekarekê çi ye. Xwndekar an dayk û bab/semyan dikare taneyê li biryarê bide û şikayeta xwe bişîne parêzgar.